Balyozê Amerîkî: Em ji ber hebûna PKKê ya li Iraqê xemgîn in

Balyozê Bexdayê yê Amerîkayê Douglas Silliman li ser hebûna PKKê ya li Iraqê xemgîniya xwe anî ziman û bi bîr xist ku welatê wî PKKê wek rêxistineke terorê dibîne.

22.12.2016, Per - 12:00

Balyozê Amerîkî: Em ji ber hebûna PKKê ya li Iraqê xemgîn in
Nuçe Belav bike

Douglas Silliman di kombûneke rojnamevanîya li Bexdayê de li ser pirsa rojnamevanan daxuyakirin ku ‘Amerîka PKKê wek rêxistineke terorê dinase' û got, em ji ber hebûna PKKê ya li Iraqê xemgîn in.

'Armanc Rakırına Gefa Rêxıstınê ya Lı Ser Tırkıyê ye'

Balyozê Amerîkayê Silliman diyar kir ku ew ji bo derxistina PKKê ji nav Iraqê bi hikûmeta Bexdayê re hevdîtinên xwe didomînin û armanc rakirina gefa rêxistinê ya li ser Tirkiyê ye.

'Rızgarkırına Mûsılê Zehmet e'

Balyozê Bexdayê herwiha ragihand ku Amerîka alîkariyên leşkerî yên bo hêzên Iraqî berdewam dike û li ser operasyona Mûsilê bal kişand ser zehmetiya rizgarkirina bajêr û got, pêwîst e 285 hezar avahî werin paqijkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2923 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:28:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x