Li 15 bajaran 37 bergûmanên din ên PKKê hatin desteserkirin

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê radigihîne, di encama operasyoneke li 15 bajaran de, 37 bergûmanên PKKê hatin desteserkirin û li ser sînorê Agiriyê du çekdarên PKKê hatine kuştin.

04.10.2023, Çar - 07:41

Li 15 bajaran 37 bergûmanên din ên PKKê hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Piştî teqîna Enqereyê, sê roj in li dijî bergûmanên PKKê operasyon tê kirin û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand, li 15 bajarên Tirkiyeyê di encama operasyonekê de 37 kes hatine desteserkirin.

Yerlîkaya herwiha eşkere jî kir, li ser sînorê Agiriyê du çekdarên PKKê ku dema dixwestin birevin aliyê din ê sînor, hatine kuştin.

Roja 1ê Cotmehê danê sibê, êrîşeke bombeyî li dijî Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya ser bi Wezareta Navxwe li Enqerê hatibû kirin û di encamê de û du polîs jî birîndar bûbûn û du çekdar hatibûn kuştin.

Di her du operasyonên roja Duşem û Sêşemê de 87 kes bi tohmeta ku pêwendiya wan bi PKKê re hene, hatibûn desteserkirin ku hejmarek ji wan siyasetmedarên HDP û Partiya Çep a Kesk bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 416 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:26:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x