Derbarê Serokê CHPyê lêpirsîn hat vekirin

Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, derbarê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel de bi tohmetên “heqareta li Serokomar”, “teşwîqkirina sûc”, “heqareta li karmendên giştî” û “gefxwarinê” lêpirsîn da vekirin.

07.07.2025, Pts - 10:43

Derbarê Serokê CHPyê lêpirsîn hat vekirin
Nuçe Belav bike

Hat zanîn ku lêpirsîn ji ber axaftina Ozel a piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiya wî hatiye vekirin.

Ozel, piştî ku serokên şaredariyên Edene, Antalya û Semsûrê hatibûn desteserkirin, daxuyaniyeke tund dabû û banga hilbijartina pêşwext li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kiribû.

Serokê CHPyê di axaftina xwe de ji Erdogan re gotibû: “Tirsonekê Xwedê, eger tu partiya yekem bûyî, were em herin hilbijartinê.”

Ozgur Ozel her wiha gefa xwepêşandanan xwaribû û gotibû: “Ez niha gel vedixwînim çalakiyên demokrasiyê yên li meydanan. Roja ku ez gel vexwînim kolanan ez dizanim.

Hişê xwe bîne serê xwe û min neçar neke ku ez vî miletî vexwînim kolanan.”

Serokê CHPyê gotibû, “Erdogan!Em dê nehêlin tu bi ji sedî 29 dengan li wê kursiyê rûnê.”

Ji bo rakirina parêzbendiya wî fezleke hatibû şandin.

Beriya vê lêpirsînê jî, ji bo rakirina parêzbendiya Ozgur Ozel fezlekeyek hatibû amadekirin û pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû kirin.

Ew fezleke ji ber daxuyaniyên Ozel ên derbarê biryara Dadgeha Bilind a di derbarê Parlamenterê TÎPê Can Atalay de hatibû amadekirin.

Fezleke niha li benda Komîsyona Têkel a Destûr û Dadê ye û piştî nirxandina komîsyonê dê ji bo dengdanê biçe Lijneya Giştî ya Parlamentoyê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 93 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:09:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x