Hûrgilî zelal bûn: PKK dê li kû, kengî û çawa çekan deyne?

Çaverê ye ku PKK di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de yekemîn merasîma xwe ya danîna çekan di Tîrmehê de li herêma Raperînê ya Silêmaniyê li dar bixe.

07.07.2025, Pts - 10:26

Hûrgilî zelal bûn: PKK dê li kû, kengî û çawa çekan deyne?
Nuçe Belav bike

Rawestandina êrişên hewayî yên Artêşa Tirkiyeyê yên li Qendîl û derdora wê ev demeke, zemînê ji pêvajoyê re amade dike.

Çav li peyama ku dê ji Abdullah Ocalan bê û hevdîtina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û DEM Partiyê ne.

Li Tirkiyeyê di çarçoveya pêvajoya nû ya ku berdewam dike de, ji bo danîna çekan a fiîlî ya PKKyê paşvejimartinê dest pê kir.

Piştî banga Ocalan a di meha Sibatê de, PKKyê ku biryara xwefesihkirinê dabû, herî dawî ragihand ku pêvajoya danîna çekan dê hefteya bê dest pê bike.

Li gor nûçeya taybet a Rûdawê ku xwe dispêre zêdetirî çavkaniyan, Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ev zêdetirî mehekê ye li derdora Çiyayê Qendîlê ti operasyoneke leşkerî pêk neaniye.

Hat zanîn ku di vê çarçoveyê de, koma yekem dê bi merasîmeke ku li navçeya Raperînê ya Silêmaniyê tê lidarxistin, çekên xwe deyne.

Koma yekem di rojên pêş de çekan datîne

Ajansa Rûdawê di nûçeya xwe ya taybet a 30ê Hezîranê de ragihandibû ku komek PKKyî amadekariyê dikin ku di destpêka Tîrmehê de wekî “nîşaneya niyetpakiya ji bo aştî û siyaseta demokratîk” çekên xwe deynin.

Li gorî zanyariyên nû hatine wergirtin, merasîma yekem dê di navbera 10-12ê Tîrmehê de were lidarxistin û merasîma danîna çekan a koma PKKyê dê ji aliyê çapemeniyê ve zindî were weşandin.

Çek dê bi merasîmekê bên binaxkirin an jî şewitandin

Koma PKKyê dê çekên xwe radestî ti aliyî neke. Li şûna wê, tê gotin ku çek dê di merasîmê de bên îmhakirin, bi binaxkirin an jî şewitandinê.

Hat zanîn ku koma ku çekan datîne dê dîsa vegere cihê ku jê hatiye.

Çaverê ye ku ji bilî dezgehên medyayê yên navxweyî û biyanî, kesayetên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û çavdêrên navneteweyî jî beşdarî merasîmê bibin.

PKK dê di merasîmê de peyama “em ji aştiyê re amade ne” bide

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, di nav koma yekem a ku çekan datîne de fermandarekî payebilind ê PKKyê jî dê cih bigire.

Çaverê ye ku di dema merasîmê de li ser navê rêxistinê peyameke ku tê de diyar dike ku ew ji aştî û çareseriya siyasî re vekirî ne, bi raya giştî re were parvekirin.

Dezgehên medyayê yên nêzîkî PKKyê jî vê pêngavê wekî “nîşaneya niyetpakiyê” pênase dikin û balê dikişînin ser cidiyeta pêvajoyê.

Çavkaniyek ji Herêma Kurdistanê jî got, "PKK dixwaze nîşan bide ku aştiyê dixwaze û derfeteke nû bide Tirkiyeyê da ku dest bi pêvajoyeke yasayî bike."

“Li Qendîlê bêdengî serwer e”

Birêvebirê Îdareya Serbixwe ya Raperînê Hîwa Qerenî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got:

“Zêdetirî mehekê ye li herêma me û li ser sînorê Qendîlê ti operasyoneke leşkerî nehatiye kirin” û bi vê yekê amaje bi wê yekê kir ku amadekarî li ser zemîneke ewle birêve diçin.

Çav li peyama Ocalan e

Yek ji mijarên ku beriya merasîmê herî zêde tê meraqkirin, peyama ku dê ji Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bê ye.

Çavkaniyên ku ji Rûdawê re axivîn, diyar dikin ku îhtimaleke mezin heye ku Ocalan bi rêya vîdyoyê rasterast bangî rêxistinê bike û bêje “çekan deynin.”

Tê gotin ku piştî vê bangê, PKK dê merasîmê bi awayekî şefaf, li ber çavê medyayê li dar bixe.

Hevdîtina Erdogan û DEM Partiyê tê payîn

Di bin sîbera van bipêşketinan de, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê di rojên pêş de bi şandeyeke DEM Partiyê re bicive.

Tê payîn ku piştî hevdîtinê, bi mebesta danîna pêvajoya çareseriyê li ser zemîneke sazûmanî, komîsyoneke di bin çavdêriya Parlamentoyê de were avakirin û hin rêziknameyên yasayî jî bikevin rojevê.(Rudaw)

 

Vî nûçeyê tevayî: 195 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:25:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x