Heyeta Îmraliyê DEM Partiyê ragihand ku ew dê sibe(îro) bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicivin.
Heyetê li ser hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyanî da û diyar kir ku wan bi Abdullah Ocalan re hevdîtineke berhemdar pêk aniye.
Daxuyaniya Heyeta DEM Partiyê wiha ye:
“Me îro wek şande li Girtîgeha Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke du saet û nîvan a gelekî berhemdar pêk anî.
Birêz Ocalan ji aliyê tenduristî û moral ve gelekî baş bû.
Di hevdîtina me de, wî tekez kir ku pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe.
Wî anî zimaê ku bi pêngavên nû re, ji bo bicihanîna pêwîstiyên pêvajoyê berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî, ser milê me hemûyan.
Wî da zanîn ku ew giringiyeke mezin dide hevdîtina ku dê endamên şandeya me bi Birêz Serokkomar re pêk bînin û eşkere kir ku ev hevdîtin xwedî nirxeke dîrokî ye.
Bi heman awayî, wî destnîşan kir ku komîsyona ku dê li Parlamentoya Tirkiyeyê were avakirin jî dê di warê aştî û çareseriyê de roleke mezin bilîze.
Me dît ku hêvî û baweriya wî ya bi keda ku ev pêvajo dê bide demokratîkbûna Tirkiyeyê gelekî xurt e.
Di dema hevdîtinê de agahiya wê yekê gihîşt me ku îro li ser axa Herêma Kurdistanê ji ber jehrîbûna bi gaza metanê leşkeran jiyana xwe ji dest daye.
Vê bûyerê li cem Birêz Ocalan û li cem me hemûyan xemgîniyeke kûr çêkir.
Bi vê boneyê, em ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest daye rehma Xwedê dixwazin û sersaxiyê li malbat û kesûkarên wan dikin.”