Hejmara leşkerên mirî derket 8an

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê doh ragihandibû ku 19 leşkerên wan di şikeftê de ji ber gaza metanê bi jehrî ketine û ji wan 5 mirine.

07.07.2025, Pts - 10:31

Hejmara leşkerên mirî derket 8an
Nuçe Belav bike

Wezareta navborî îro daxuyaniyeke din da û diyar kir ku 3 leşkerên din jî mirine.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê doh mirina 5 leşkerên xwe li herêma operasyona Pence-Kilîdê ragihandibû.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihandibû ku 19 leşkerên wan li Herêma Kurdistanê di şikeftê de ji ber gaza metanê bi jehrî ketine û ji wan 5 leşker mirine.

Wezareta navborî îro Dûşemê ragihand ku 3 leşkerên din canê xwe ji dest dane. Bi vê jî hejmara leşkerên mirine gihişte 8an.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê doh di daxuyaniya nivîskî de gotibû:

"Di operasyona lêgerîn û pişkinînê de ku 6ê Temûza 2025an li şikefteke ku hatibû paqijkirin de hat kirin û berê wek nexweşxane dihat bikaranîn a li herêma operasyona Pence-Kilîdê 19 leşkerên me ji ber gaza metanê bi jehrî ketin û demildest bo nexweşxaneyê hatin veguhestin. Tevî hemû mudaxeleyên li nexweşxaneyê jî, 5 leşkerên me canê xwe ji dest dan."

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê dibêje, operasyon bi hinceta dîtina termê efserê bi navê Nuri Melih Bozkurt hatiye kirin ku 28ê Gulana 2022yan di êrîşeke PKKyê de canê xwe ji dest dabû û heta niha termê wî nehatibû dîtin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 121 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:33:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x