Îsraîlê neh cihên Hizbulahê li Libnanê bombebaran kirin

Îsraîlê neh cihên Hizbulahê li bakur, başûr û rojhilatên Libnanê bombebaran kirin.

07.07.2025, Pts - 10:24

Îsraîlê neh cihên Hizbulahê li Libnanê bombebaran kirin
Nuçe Belav bike

Ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê îro (Duşem, 7ê Tîrmeha 2025ê) ragihand, “Balafirên şerî yên Îsraîlê neh cihên Hizbulahê li deverên cuda cuda yên Libnanê bombebaran kirin, li deverên Belde Filawî, rojavayê parêzgeha Belebegê, Kefir Melekê li bakurê Libnanê û çend deverên din.”

Berdevkê Artêşa Israîlê Avichay Adraee jî di vî warî de got, “Ew cihên ku hatine armanckirin jêrxaneyên leşkerî û embarên pêşxistinên leşkerî yên yên Hizbulahê bûn.”

Tevî ragihandina agirbestê di navbera Îsraîl û Hizbulahê de jî, ku li roja 27ê Mijdara 2024ê hatiye ragihandin, artêşa Îsraîlê hîn jî bi dron û êrîşên bejayî berdewam êrîşî ser başûrê Libnanê û deverên derdora Beyrûtê dike. Tevî wê yekê jî, artêşa Îsraîlê pênc bingehên xwe li bilindahiyên başûrê Libnanê binecih kirine.

 

Vî nûçeyê tevayî: 105 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:32:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x