Li Çelê şer: 4 kuştî, 6 birîndar

Li navçeya Çelê ya ser bi bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de şer di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derket û di encamê de 4 leşker hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî bûyer piştrast kir.

20.04.2019, Cts - 06:12

Li Çelê şer: 4 kuştî, 6 birîndar
Nuçe Belav bike

Şer li devera Serîverî ya navbera Çelê û Geverê derket ku dikeve ser sînorê navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê.

Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê doh di operasyonekê de şer di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derketiye û 4 leşker hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.

Herwiha piştî êrîşê li deverê tevgereke leşkerî çêbûye û operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin. Lê heta niha derbarê bûyerê de ji aliyê PKKê ve ti daxuyanî nehatine dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1480 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:48:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x