Ocalan: Mesele bi rijandina xwînê çareser nabe

Birayê rêberê PKKê, Mehmet Ocalan ragihand ku Abdullah Ocalan gotiye mesele bi rijandina xwînê çareser nabe û her tim bo aşitiyê amade ye.

17.08.2019, Cts - 07:31

Ocalan: Mesele bi rijandina xwînê çareser nabe
Nuçe Belav bike

Mehmet Ocalan, birayê rêberê PKKê Abdullah Ocalan, bi boneya Cejna Qurbanê serdana Grava Îmraliyê kir û piştî vegera xwe jî ragihand ku wan li gel Abdullah Ocalan behsa çendîn mijaran kirine û diyar kiriye ku rewşa Rojavayê Kurdistanê, pirsa Kurd li Bakur û operasyonên artêşa Tirkiyê yên li nav xaka Başûr li hemberî PKKê, di wê hevdîtinê de mijarên sereke bûn.

Birayê rêberê PKKê Mehmet Ocalan ragihand ku wan roja duyem a Cejna Qurbanê (12.08.2019) serdana grava Îmraliyê kirine.

Mehmet Ocalan ji ajanseke nêzikî PKKê re aşkere kiriye ku di hevdîtinê de Ebdula Ocalan gotiye ku ew ne li benda hatina wan bûye û piştre ji wan xwestiye ku di rojevê de çi heye û dibêje wî jî gotiye, rewşa bakûr û rojhilatê Sûriyê, Operasyona Pençe, pirsgirêkên di saziyan de û têkildarî vê zêdebûna fişarên li ser xelkê, mijarên sereke ne di rojevê de.

Mehmet Ocalan aşkere kir ku birayê wî Abdullah Ocalan di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de ragihandiye eger şerek çêbibe, wê hem Tirkiye ziyanê bibîne û hem jî gelên ku li Sûriyê dijîn. Herwiha gotiye ku şerê li wê navçeyê bi sûda ti aliyekê nîn e û ew pirsgirêk dikare bi demokrasiyê bê çareserkirin û bi şer ti çareseriyek nayê bidestxistin.

Birayê rêberê PKKê diyar kir ku Abdullah Ocalan gotiye ew 20 salan li Sûriyê maye, xelkê wê derê, eşîrên Ereb ên li wê deverê baş nas dike û daxwaz kiriye ku silavên wî taybet bigihînin eşîrên Ereb û xelkê wê deverê.

Mehmet Ocalan dibêje, Ocalan derbarê pirsa Kurd de gotiye, ji bo çareserkirina pirsa Kurd ti erk û rol bikeve ser mile wî ew amade ye.

Derbarê operasyonên artêşa Tirkiyê li nav axa Başûrê Kurdistanê de jî, Abdullah Ocalan, gotiye, “Operasyon tê wateya şer” û diyar kiriye ku eger pirsgirêk rijandina xwîna mirovan be, ev tiştek nîn e ku bê çareserkirin û gotiye jî ku ew her tim ji bo aşitiyê amade ne û ew ê her tim li dijî şer bin û divê li şûna şer, aştî bê bicîhkirin.

Herwiha Mehmet Ocalan diyar kir ku Abdullah Ocalan bang li HDPê kiriye ku xizmeta xelkê bikin û gotiye, “60 parlamenter hene, di vê hilbijartinê de şaredarî jî hatin wergirtin. Min berî niha jî gotibû, eger ez li derve bûma, min dê kolan paqij bikirina. Pêwîst e parlamenter li her derê 24 saetan di nav xelkê de bin. Divê partî xizmeta xelkê bike. Xelkê îradeya xwe radestî wan kiriye û ew jî xizmetkarên xelkê ne.”

Birayê Abdullah Ocalan herwiha destnîşan kiriye ku li zîndana Îmraliyê, di dema têketina bo hevdîtinê de rastî miameleyeke nebaş hatine û gotiye ew hatine tazîkirin û bi wî awayî lêgerîn li ser wan hatiye kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1132 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:02:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x