Ocalan: Pêdivîya Kurd bi dewleta serbixwe nîne

Ebdûllah Ocelan, Rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), got: pêdivîya Kurd bi dewleteke taybet bi xwe nîne û tekez jî li ser amedebûna xwe kir bo çareserkirina milmilanêya di navbera partîya xwe û Enqereyê de.

09.08.2019, Cum - 08:11

Ocalan: Pêdivîya Kurd bi dewleta serbixwe nîne
Nuçe Belav bike

Nivîsîngeha Esir ya yasayî, ku berevanîyê ji berjewendîyên Ocelan dike, li ser hijmarteya nivîsîngehê, di tora civakîya Tiwîterê de, daxuyannameyek belav kirîye li ser dîdara herdû parêzeran wê, Newroz Ûsal û Rêzan Sarca, li roja Çarşembîyê, li gel Ebdûllah Ocelan di zîndanê de li girava Îmralî, li derya Mermere.

Di daxuyannameyê de amaje bi wê yekê hatîye kirin, ku di dîdarê de, behsa şerê niha di navbera hikumeta Tirkiyê û PKKyê de hatîye kirin û Ocelan gotîye: Da Em pirsgirêka Kurd çareser bikîn, Ez şerê çekdarîyê di dema heftîyekê de dê ragirîn û ez evê erkê dixim di stûyê xwe de, min bawerî bi xwe heye û ez amademe çareser bikim, lê divê dewlet jî ewa li ser wê ye encam bide.

Herweha Ocelan ragehandîye, ku di bawerîya wî de Kurd li Tirkiyê pêdivîya wî bi dewleteke taybet bi xwe nîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1117 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:06:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x