PKK: Bi xeletî çêbûye

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand, ku eger bûyera kuştina hevjîna efserê Tirk a bi navê Nurcan Karakaya û kurê wî rast be ew “bi xeletî bûye.”

03.08.2018, Cum - 13:49

PKK: Bi xeletî çêbûye
Nuçe Belav bike

Roja 31ê Tîrmehê li ser rêya baregaha leşkerên Tirkiyê ya li Şûşatkê ya navçeya Gever a Colemêrgê di encama teqîna mayînekî vedayî de jina bi navê Nurcan Karakaya û zarokê wê yê 11 mehî canê xwe ji dest dan.

Vê bûyerê di çapemenî û torên civakî de dengekî zêde veda û ji gelek aliyan dengê nerazîbûnan bilind bû.

Li ser vê yekê baskê leşkerî yê PKKê, HPGê bi daxuyaniyekî ragihand, ku ew herêma tê qalkirin herêmeke şer e û rojane kuştin çêdibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Wan rojên ku tê gotin ew jin û zarokê wê canê xwe ji dest dane, li herêmê pevçûn çêbû û herî kêm 27 leşker mirin. Di 30 salên şer de ti caran kesên sivîl nebûne armanca me. Heman awayî, di wê bûyerê jî de ew jin û zarok nebûne armanca gerîlayên me û eger tiştekî wiha çêbibe jî bi teqezî di encama xeletiyekê de çêbûye.”

HGPê amaje bi wê yekê kir, ku “eger bûyer rast be” bi qeza çêbûye û herwiha diyar kir, ku medyaya Tirkiyê jî vê bûyerê ji bo “şerê psîkolojîk” bikartîne.

Herwiha îdîa kir, “Bi vê bûyerê AKP-MHP dixwazin komkujiyên xwe yên li Kurdistanê rewa nîşan bidin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1617 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:36:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x