HSDê: 3 Km mane bigihin Reqayê

Şervanên HSD bir bi Reqayê ve diçin û bendava Beis dorpêç dikin. Herwiha firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî û tangên HSD ê bargehên DAIŞê li derdora Reqayê topbaran dikin.

27.05.2017, Cts - 14:09

HSDê: 3 Km mane bigihin Reqayê
Nuçe Belav bike

Di çarçoveya operasyona kontrolkirna bajarê Reqayê de. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) karîn di çend rojên bûrî de gelek gundan li rojavayê Reqayê kontrol bikin û nêzî bendava Beis pêş ve biçin, şervan hewl didin ku derdora bendavê ji çekdarên DAIŞê pak bikin, da ku ti êrîşên berûvajî bi ser laşê bendavê de neyin.

Ji sê aliyan ve operasyon berdwam e û şervanekî HSDê amaje bi wê dike ku, tenê 3 K.M mane û şervan dê derbasî Reqayê bibin. Herwiha çekdarên DAIŞê di çandina mayînan û kolana tonêlan de li derdora bajêr berdewam in, Lê şervan tekez dikin ku, ew ê di nêzîktirîn dem de dê şerê kolanan bi DAIŞê re di taxên Reqayê de bikin.

HSD bi hejmareke mezin ji şervanan dê şerê bajêr bi rê ve bibe û ligel hebûna çekên giran û alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî, pêşbîn e bajarê Reqayê di demeke kurt de were

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1513 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:35:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x