Pêngava 4emîn a Operasyona Rizgarkirina Reqayê dest pê kir

Pêngava 4emîn a operasyona Rizgarkirina Reqayê a ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve tê birêvebirin dest pê kir. Berdevka Operasyona Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmedê diyar dike ku wan dest bi merheleya 4emîn kirine û heta ku bakurê bajêr bi temamî rizgar bikin jî dê şer bikin.

13.04.2017, Per - 12:09

Pêngava 4emîn a Operasyona Rizgarkirina Reqayê dest pê kir
Nuçe Belav bike

HSDê bi daxuyaniyeke nivîskî destpêkirina operasyonê ragihand. Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di daxuyaniya xwe de amaje kir ku wê di merheleya 4emîn de temamê bakurê Reqayê û Newala Celabê ji DAIŞê paqij bikin.

Herwiha di operasyonê de hêzên koalisyona navnetewî a ku DYA serkêşiya wan dike jî wê alîkariya şervanên HSDê bikin.

Berdevka Operasyona Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmedê derbarê pêngava nû de hin agahî da Sputnikê û got: "Me hemû pêngavên din bi awayekî serkeftî bi dawî kirin. Niha me dest bi pêngava 4emîn kir û bi vê yekê em ê bakurê Reqayê û derdora wê ji DAIŞê rizgar bikin."
Şêx Ehmed amaje dike ku noha ji 10an zêdetir gundên li bakurê Reqayê di destê DAIŞê de ne û ew armanc dikin ku wan gindan rizgar bikin.

Hikmet Durgun / Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1891 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:40:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x