YPGê dema destpêkirina operasyona Reqayê ragihand

Berdevkê Fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd derbarê operasyona rizgarkirina Reqayê de got, dê di çend rojên paştir de dest pê bike.

03.06.2017, Cts - 13:34

YPGê dema destpêkirina operasyona Reqayê ragihand
Nuçe Belav bike

Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd ji Reutersê re ragihand ku hêzên wan li bajarê Reqayê dorpêç kirine û operasyona Reqayê dê di demekê nêzîk de dest pê bike.

Nûrî Mehmûd wiha got: “Hêzên li ber bajêr in û operasyona mezin dê di heyama çend rojên paştir de dest pê bike.”

Berdevkê Hevpeymaniya Nadewletî ya li Dijî DAIŞê yê amerîkî General Ryan Dillon ji Rûdawl re agihand ku ji aliyê bakurê bajêr ve hêzên rizgarkirinê 3 kilometra dûrî bajêr in, lê nexwest dema destpêkirina operasyonê eşkerê bike.

Ryan Dillon got: “Her roja paştir zêdetir nêzîk bajêr dibin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1544 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:10:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x