Balyozê Enqereyê ya Rûsyayê Andrey Karlov hat kuştin

Balyozê Rûsya yê Enqerê, ku di encama êrişa çekdarî de birîndar bibû, can da.

19.12.2016, Pts - 18:50

Balyozê Enqereyê ya Rûsyayê Andrey Karlov hat kuştin
Nuçe Belav bike

Îşev balyozê Rûsya yê Enqerê Andrey Karlov, di merasima vekirina pêşangeheke hunerî de rastî êrişa çekdarî hatibû û bi giranî birîndar bibû.

Ajansa RIA ya Rûsî ragihand, balyozê Rûsyayê li nexweşxanê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî medyaya Tirkiyê, ew kesê ku êrişî balyozê Rûsyayê kiribû, xwe wek polîs dabû nasîn û derbasî cihê merasimê bibû.

Ajansa Anadolu jî da zanîn, êrişkar ji aliyê polîs ve hat kuştin. Hinek çavkanî dibêjin, êrişkar pasewanê balyozê Rûsyayê bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2139 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:08:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x