Kongreya 4 parçeyên Kurdistanê li Moskowê birêve diçe

Sekretêrê Yekîtiya Neteweyiya Demokratîk a Kurdistanê Xefûr Mexmûrî di daxuyaniyekê de ragihand: "Biryar e di nîvê meha Sibatê de, kongreyek bi beşdariya aliyên kurdî yên Kurdistanê li bajarê Moskowa paytexta Rûsyayê birêve biçe."

07.02.2017, Sal - 19:41

 Kongreya 4 parçeyên Kurdistanê li Moskowê birêve diçe
Nuçe Belav bike

Di nîvê meha Sibat a îsal de kongreyeke kurdî li Moskowê birêve diçe, ku li gorî agahiyan biryar e nûnerên kurdên her 4 parçeyên Kurdistanê têde beşdar bibin.

Li gorî zanyariyan, biryar e di wê kongreyê de derbarê Kurdan û rola wan di Rojhilata Navîn de û herwiha li ser kongreya Neteweyî ya kurd gotûbêj werin kirin.

Sekretêrê Yekîtiya Neteweyiya Demokratîk a Kurdistanê Xefûr Mexmûrî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: "Biryar e di nîvê meha Sibatê de, kongreyek bi beşdariya aliyên kurdî yên Kurdistanê li bajarê Moskowa paytexta Rûsyayê birêve biçe."

Xefûr Mexmûrî diyar kir: "Ev kongreya li Moskowê li jêr diruşma kêbirkî ji bo dûbare dabeşkirina navçeyên Rojhilata Navîn: Rewşa niha û encamên çavrênekirî, birêve diçe. Pitir ew kongreyeke şêwirmendiyê ye. Danûstandin derbarê pêşeroja kurdan û rola wan li Rojhilata Navîn têne kirin. Di heman demê de danûstandin derbarê lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdî de tê kirin.

Xefûr Mexmûrî herwiha got: "Ev kongre ji aliyekî siyasî ve amadekarî jê re dibe. lê ne weke pêwîst e û piraniya aliyên Kurdistanê heta niha nehatine agahdarkirin."

Herwiha nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Moskow a paytexta Rûsyayê Ebdulselam Elî ji ajanseke rûsî re ragihandiye, ku "di 15.02.2017an de kongreyek bi beşdariya kurdên her çar parçeyên Kurdistanê birêve diçe."

Ebdulselam Elî behsa wê yekê jî kir ku ji Rojavayê Kurdistanê Hevseroka PYDê Asya Ebdulla û Serokê Encûmena Cîbicîkar a Kantona Kobaniyê Enwer Muslim beşdar dibin û ji Bakurê Kurdistanê jî Osman Baydemir parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî vê kongreyê dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1538 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:01:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x