Lavrov: Ji bo kurd beşdarî Ceneveyê bibin, em diyaloga xwe ya bi Tirkiyeyê re didomînin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ji bo kurdên rojava beşdarî hevdîtinên Sûriye yên li bajarê Ceneve yê Swîsreyê bibin, ew diyaloga xwe ya bi Tirkiyeyê re berdewam dikin.

22.03.2017, Çar - 13:05

Lavrov: Ji bo kurd beşdarî Ceneveyê bibin, em diyaloga xwe ya bi Tirkiyeyê re didomînin
Nuçe Belav bike

Lavrovê ku piştî hevdîtina xwe ya li gel Wezîrê Karên Derve yê Komara Kongo ya Demokratîk re Jean-Claude Gakosso civîna çapemeniyê li dar xist, rastî pirseke li ser beşdarbûna kurdan a hevdîtinên Ceneveyê bû.

Lavrov got, "Çareseriya ji bo mijara kurd a ku wê karibin çawa beşdarî hevdîtinên Ceneveyê bibin, gelekî girîng e" û wisa berdewam kir: "Lê kirina vê yekê pir hêsan nîn e. Em helwesta Tirkiyeyê dizanin. Em ê bi hemkarên xwe yên Tirk re, hevdîtinên me yên li Astanayê jî di nav de, li çareseriya vê mijarê bigerin. Nabe ku ev mijar were taloqkirin, çawa ku nabe were gotin kurd nikarin beşdarî pêvajoya Ceneveyê bibin."

Lavrov her wiha got peywireke girîng a Nûnerê Taybet ê Sûriye yê NY Steffan de Mistura jî ew ku kurdan beşdarî hevdîtinên Ceneveyê bike.

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1255 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:11:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x