Pisporê Rûs: Rûsya û Tirkiye di mijara kurdên Sûriyeyê de naxwazin dijayetiya hev bikin

Serokê Navenda Ewlehiya Herêmî ya Rojhilata Navîn Aleksandr Kîrpîçev diyar kir ku Rûsya û Tirkiye di mijara kurdên Sûriyeyê gelekî hesas in û herdu dewlet jî naxwazin berjewendiyên wan ên di vê mijarê de li dijî hevdu bin.

11.03.2017, Cts - 13:05

Pisporê Rûs: Rûsya û Tirkiye di mijara kurdên Sûriyeyê de naxwazin dijayetiya hev bikin
Nuçe Belav bike

Pisporê Rûs Kîrpîçev serdana Serokkomarê Tirkiyeyê tayîp Erdogan ya Moskowê nirxand û got Erdogan bo çareseriya mijarên Herka Tirk, santrala nukleer a Akkuyu,vîzeya bo karsazan hat û li ser wan jî herdu aliyan li hev kirin. Lewra mijarên ekonomîk û stratejîk in.

Pisporê rûs di dewama axaftina xwe de got: 'Erdogan ji hebûna kurdên Sûriyeyê aciz e. Ji hevkariya Rûsyayê û kurdan bi endîşe ye. Herdua aliyan bo ku berjewendiyên wan ên di vê mijarê de pev nekevin, li hev kirin.'

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1362 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:22:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x