Rûsya, daxwaza Tirkiyê red kir: Ew gelên Sûriyê ne

Bogdanov li ser vexwendina kurdan ji bo Kongreya Dîyaloga Neteweyî ya Sûrîyeyê ya roja 18ê Mijdarê li Soçîyê tê lidarxistin ragihand, ku kesên hatine vexwendin welatîyên Sûrîyeyê ne, lê ne yên Tirkiyeyê.

02.11.2017, Per - 11:59

Rûsya, daxwaza Tirkiyê red kir: Ew gelên Sûriyê ne
Nuçe Belav bike

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov li ser berteka Tirkiyeyê ya ji bo Kongreya Dîyaloga Neteweyî ya Sûrîyeyê vexwendina PYDê got ku kesên hatine vexwendin welatîyên Sûrîyeyê ne, lê ne yên Tirkiyeyê.

Tirkiyeyê berî niha bertek nîşan dabû ku Rûsyayê Partîya Yekitîya Demokratîk (PYD) jî ji bo Kongreya Dîyaloga Neteweyî ya Sûrîyeyê vexwendîye Soçîyê. Bogdanov di berdewamîya afaxtina xwe de got ku “Em her tim ji partnerên xwe yên tirk re dibêjin ku li gor nêrîna me PYD û rêxistinên din ên kurdan ên li Sûrîyeyê, rêxistinên sûrîyeyî ne. Kurdên behsê mijarê welatîyên Komara Ereb a Sûrîyeyê ne, lê ne yên Komara Tirkiyeyê. Ji ber wê yekê, gereke ew herdu moment ji hev bêne cudakirin”.

Bogdanov di dawîya axaftina xwe de got ku “Em dihesibînin ku dîyaloga di navbera Sûrîyeyîyan de gereke tevgir be û hemû komên etnîkî, mezhebî û olî yên wek Kurd, Ereb û nûnerên olî û etnîkî yên din jî di nav xwe de bihewîne”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1472 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:35:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x