Rûsya: Dibe Bexdadî di êrişa me hewayî de hatibe kuştin

Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand dibe Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî di êrişa me ya hewayî de hatibe kuştin.

16.06.2017, Cum - 07:57

Rûsya: Dibe Bexdadî di êrişa me hewayî de hatibe kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya wezaretê hêza hewayî ya Rûsyayê di 28ê Gulanê de êrişeke hewayî bire ser grûba ku Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî jî di nav de û ji bo reva ji Reqqayê civiyabûn pêk anî.

Wezaretê di berdewamiya xwe de ragihand ku li gorî çend çavkaniyan ku me serast kiriye di wê civînê de Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî jî hebû û niha em vê agahiyê serast dikin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrişa hewayî bi balafirên Su-35 û Su-34 û di navbera seeta di 00.35an de pêk hat, di êrişê de konseya leşkerî ya rêxistinê jî di nav de 300 milîtan hatin kuştin. Di nava milîtanên kuştî de emîrê bajarê Reqqayê Ebu el Haci el

Misrî, Îbrahîm el Haef el Hac û rêvebirê pergala ewlehî yê rêxistinê Suleyman el Şayah jî di nav de ye.

Li gorî daxuyaniya wezaretê berî êrişa hewayî ya Reqqayê Amerîka ji operasyonê hatiye agahdarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1419 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:12:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x