Rûsyayê ji bo Kurdistanê bang li Bexdayê kir

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova diyar kir ku divê kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi riya diyalogê werin çareserkirin û got, ‘Em dîsa bang li Bexdayê dikin ku were ser riya diyalogê.’

22.12.2017, Cum - 06:42

Rûsyayê ji bo Kurdistanê bang li Bexdayê kir
Nuçe Belav bike

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova di cîvana çapemeniyê ya heftane de di derbarê lêgerînên çareserkirina krîza Sûriyê û kêşeyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de axivî.

Zaxarova di derbarê kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar kir ku divê her du alî kêşeyan bi rêbazên aşitiyane çareser bikin û got divê Bexda bi awayekî erênî bersiva bangên diyalogê yên Hewlêrê bide.

Zaxarova di derbarê meseleya Sûriyê de jî ragihand ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de di derbarê çareserkirina krîzê de hin nakokî hene û got ew hewl didin ku van nakokiyan jinav bibin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê di derbarê têkçûna Cenev 8ê de jî got, ‘Opozîsyona Sûriyê ji bo astengkirina Kongreya Diyaloga Niştîmaniya Sûriyê ya Soçiyê bi qestî Cenev 8 têk bir’.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1347 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:48:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x