Rûsya: Hewlên me ji bo rawestandina operasiyona Tirkiyê berdewam in

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û Afrîkayê û Alîkarê Wezîrê Derve, Mikhail Bogdanov ragihand, Mosko bi berdewamî kar li ser qayilkirina aliyê Tirkiyê dike, ta ku dest bi operasyona bejayî li Sûriyê neke. Tekez kir jî, serketin hene.

12.12.2022, Pts - 13:48

Rûsya: Hewlên me ji bo rawestandina operasiyona Tirkiyê berdewam in
Nuçe Belav bike

Li gorî ajansa “Sputnik” Bogdanov ji rojnamevanan got: “Pêwendiyên wan bi aliyê Tirkiyê re berdewam in. Ji ber ku operasyona bejayî dest pê nekir, ev tê wê wateyê ku serkeftin hene. Em ê pêwendiyan bidomînin.”

Ev yek di demekê de ye, Serokatiya Rûsyayê duh ragihandibû, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di pêwendiyeke telefonî ya bi Serokê Rûsyayê re tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina Soçî ya sala 2019an û dûrxistina HSDê 30 km ji sînor kir.

Artêşa Tirkiyê ji roja 20ê Mijdara 2022an ve dest bi êrîşên asmanî li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kiriye û deverên cuda ên Rojavayê Kurdistanê û çeperên HSDê dike armanc. Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan jî gefa destpêkirina operasyoneke bejahî dixwe û dibêje, ew ê di guncawtirîn dem de, êrîş bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 349 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:48:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x