Serokomarê Ukraynayê Zelenskiy: Ez emîn im ku 'dîktator' wê têk biçe

Serokomarê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy di Mihrîcana Fîlmên Cannesê ya 75emîn da ji bo Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn gotina "dîktotor"got.

18.05.2022, Çar - 07:24

Serokomarê Ukraynayê Zelenskiy: Ez emîn im ku 'dîktator' wê têk biçe
Nuçe Belav bike

Zelenskiy duh êvarê bi rêya vîdeo konferansê beşdarî mihrîcanê bû û nêzî 10 deqîqeyan axivî.

Zelenskiy di axaftina xwe da qala Şerê Cîhanê yê Duyem û fîlma "Dîktator" (1940) a Charlie Chaplin jî kir û wiha dewam kir, "Di dema (fîlma) 'Dîktator' a Charlie Chaplin da dîktatorê rastîn nehat kuştin, lê bi saya vê fîlmê ji bêdengiya sînemayê derket. Bi rêya sînemayê gelek tişt dihatin gotin û wê bibûya dengê serketftinê."

Zelenskiy daxuyand ku ji wê rojê pê va mirovahiyê gelek fîlm çêkirin û ji bo Putîn wiha axivî, "Me dikaribû bigota dewama dehşeta şer tuneye, lê wekî wê demê niha jî 'dîktator'ek heye."

Zelenskiy bi bîr xist ku Rûsyayê di 24ê sibatê da dijî Ukraynayê şer da destpêkirin û li herêmên ku artêşa Ûris ketinê gelek kes hatin kuştin, di nav kuştiyan da 229 zarok jî hene.

Zelenskiy diyar kir ku ew ê şer bikin û wekî din tu vebijêrka wan tuneye.

Zelenskiy got "Ez emîn im ku 'dîktator' wê têk biçe." û wiha dewam kir, "Ji bo em îsbat bikin ku sînema bêdeng nîne, pêdiviya me bi Chaplinekî nû heye."

Mihrîcana Fîlmên Cannesê ya 75emîn wê îsal di binê tesîra Şerê Ukrayna û Rûsyayê da were kirin. Delegasyonên Ûris îsal ji mihrîcanê hatin qewirandin û ev beriya çalakiyê hatibû daxuyandin.

Ji bo nîşaneya piştgiriya gelê Ukraynayê fîlmên du derhênerên Ukraynayî wê bên temaşekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 414 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:48:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x