Trump û Putin li ser hevkariya têkoşîna li dijî DAIŞê li hev kirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin li ser telefonê bi hev re axaftin û biryara avakirina kordînasyoneke rasteqîn a li dijî DAIŞê dan.

29.01.2017, Paz - 07:46

 Trump û Putin li ser hevkariya têkoşîna li dijî DAIŞê li hev kirin
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin biryara paşxistina peywendiyên Amerîka û Rûsyayê standine.

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin li ser telefonê bi hev re axaftin û biryara avakirina kordînasyoneke rasteqîn a li dijî DAIŞê dan.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê derbarê axaftina Trump û Pûtin de daxuyanî da.

Di daxuyaniya Kremlînê de hat diyar kirin mijara nukleera Îranê, pirsgirêkên Ukraynayê, pevçûnnên di navbera Îsraîl û Filîstinê de û têkoşîna li dijî DAIŞê di rojeva her du serokan de bûye.

Li gorî daxuyanuyê Trump û Putin biryara avakirina kordînasyoneke rasteqîn a li dijî DAIŞê dane û herdu alî jî li ser xalên qezencên dûalî hemramanin.

Di meha Mijdarê de piştî ku Donald Trump di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de serket di navbera herdu serokên navborî de peywendiyeke telefonî çê bibû. Trump û Putin dilxwaziya xwe yê başbûna peywendiyên her du welatan anîbûn ziman.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:58:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x