Zaxarova: Rûsya çekê atomî tenê di rewşa awarte de dikare bi kar bîne

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand, siyaseta Rûsyayê ji bo bikaranîna çekê atomî sirûşta wê ya berevaniyê heye û "di dema pêwîst de em ê destê xwe dirêjî wê bikin".

16.06.2023, Cum - 08:01

Zaxarova: Rûsya çekê atomî tenê di rewşa awarte de dikare bi kar bîne
Nuçe Belav bike

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova dibêje: “Siyaseta Rûsyayê di meydana çekên atomî de bi temamî sirûşteke wê ya berevaniyê heye, egera bikaranîna mûşeka atomî tenê di sînorê rewşa awarte de ye, siyaseta me ji bo çekê atomî berevanîkirin e, ne êrîşkirin.”

Zaxarova got: “Zelensky wisa nîşanî cîhanê dide ku her tiştî dikin ji bo bidestxistina armanca xwe, armanca wî jî niha hîştina rejîma xwe ye. Zelensky destpêşxeriya Serokê Tirkiyê red kiriye ji bo dirustkirina lijneyeke navdewletî ji bo lêkolîna li ser teqîna Bendava Kaxovka.”

Di 24ê Sibata 2022an de, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî ser axa Ukraynayê hat kirin û ji ber vê, bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan xelkê Ukraynayê jî awareyî welatên Ewropayê bûn, şer heta niha jî berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 229 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:00:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x