Mîr Tahsîn: Me ji Barzanî xwest Şingal bibe beşek ji Herêma Kurdistanê

Mîrê kurdên êzîdî yê Şengalê Mîr Tehsîn Begda zanîn wan bi Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtinek kiriye û ji Barzanî daxwaz kirine ku Şengal bibe beşek ji Herêma Kurdistanê.

28.03.2017, Sal - 13:53

Mîr Tahsîn: Me ji Barzanî xwest Şingal bibe beşek ji Herêma Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Basnewsê Mîr Tehsîn Beg piştî ku ji Almanyayê vegeriya ye bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinekê pêk aniye. Li gorî nûçeya rojnameyê Mîr Tahsîn di beyana xwe de gotiye:" Êzidî rastî belayek mezin hatiine û em bi hemû hêza xwe hewl didin ew bela û bûyerên ku hatine serê êzîdiyan wek jenosîd were pesendkirin her wiha çi ji destê me were emê bo rizgarkirina revandiyên êzîdî yên di destê terorîstên DAIŞê de bikar bînin."

Mîr Tehsîn wiha berdewam dike: "Çend roj berê li Seleheddînê em bi Serok Barzanî re rûniştin. Di civînê de me çend daxwaziyên êzîdiyan gihand Serok Barzanî. Yek ji wan daxwaziyan ew bû ku Şingal bibe parêzgeh û bi Herêma Kurdistanê ve were girêdan, xelkê Şingalê bixwe vê deverê îdare bikin. Me daxwaza azadkirina jin, zarok û xûşkên me yên ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine revandin jî jê re kir. Her wiha ew gund û wargehên Şingalê yên ku heta niha nehatine rizgarkirin jî bên rizgarkirin." Mîrê êzîdiyan da zanîn wan bi Serokê Herêma Kurdistanê re li ser jinûavekirina Şingalê jî axifîne û wiha got:"Me jê re gotiye divê girîngiyek mezin bo jinûavekirina Şingalê û xizmetguzarî li devera Şingalê bê dayîn, wan kesên ku ji ber DAIŞê zerer dîtine bên qerebûkirin, wan kesên destê wan di kuştin û revandina êzîdiyan de hebûne, bên girtin û cezakirin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2157 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:28:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x