3 zarokên ji Rojavayê Kurdistanê bo akademiya Real Madridê hatin hilbijartin

Cara yekemîn 3 zarokên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê li Îspanyayê tevlî akademiya rahênanê ya tîma futbolê ya Real Madrid dibin.

26.10.2022, Çar - 07:42

3 zarokên ji Rojavayê Kurdistanê bo akademiya Real Madridê hatin hilbijartin
Nuçe Belav bike

Tîma Real Madridê ya Îspanî ji bo cara yekemîn îsal ji bo lîstikvanên zarok kampeke rahênanê vekiriye û de heftiyekê berdewam bike.

Ji seranserê Ewropayê dê nêzîkî 100 zarok tê de beşdarbin. Real Madrid dê ji nava wan zarokan, kesên herî zîrek û baş di fûtbolê hilbijêre û girêbestê li gel wan îmze bike.

Di nava wan 100 kesên ku beşdarî kampa Real Madrîdê bûne de, 3 zarokên Kurd ûn ji bajarên Qamişlo, Amûdê û Heseke yên Rojavayê Kurdistanê hene.

Zarokên Kurd ên bi navê Mehmûd Xelef ji Qamişlo û Mihemed Osman jî ji Amûdê ye, herdû 13 salî ne. Kesên ku hatine vê kampa Real Madridê berî niha hatine testkirin lê hê jî Real Madridê bi wan re girêbestê îmze nekiriye heta heta ku rahênan bi dawî dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 348 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:54:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x