Alîgirên Amedsporê dîsa nikarin herin maçê

Di maça Duzcespor û Amedsporê de, alîgirên Amedsporê dê nekarin bikevin stadyûmê û maçê temaşe bikin.

24.01.2024, Çar - 06:09

Alîgirên Amedsporê dîsa nikarin herin maçê
Nuçe Belav bike

Amedspora ku di koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de cih digire, biryar e 27ê Kanûna Paşîna 2024an Duzcespor û Amedspor li parêzgeha Duzceyê bên pêşberî hev.

Lê Desteya Ewlehiya Sporê ya Duzceyê berî lîstikê biryar da ku alîgirên tîma Amedspor nekevin stadyumê û çûna alîgirên Amedsporê qedexe kir.

Amedspor û alîgirên wê piraniya caran di lîstikên xwe yên bi tîmên bajarên Tirkiyeyê re rûbirûyî heqaret û êrişên nijadperestî dibin.

Herî dawî 14ê vê mehê li bajarê Denîzliyê yê Tirkiyeyê alîgirên Denizlisporê di lîstika ligel Amedsporê de madeyên biyanî avêtibûn nav lîstikgehê û bi gotin û sloganên nijadperestî êrişî lîstikvanên wê kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 259 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:36:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x