Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê tê hilbijartin

Piştî bidawîbûna dema erkê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş îro ji bo serokê nû hilbijartin tê kirin.

03.06.2025, Sal - 11:34

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê tê hilbijartin
Nuçe Belav bike

Dema erkê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş 7ê Hezîranê bi dawî dibe û îro hilbijartina serokê nû tê kirin.

Hevpeymaniya Cumhur careke din Kurtulmuş wekî namzed destnîşan kir.

Her wiha CHP, DEM Partî û ÎYÎ Partî jî bi namzedên xwe beşdarî hilbijartinê dibin.

Hefteya borî DEM Partiyê ragihandibû ku namzedê wan Parlamenterê Amedê Cengîz Çandar e.

Li aliyê din namzedê CHPyê parlamenterê Artvînê Ugur Bayraktutan, yê Partiya Yeni Yolê parlamenterê Samsunê Mehmet Karaman û yê ÎYÎ Partiyê jî parlamenterê Stenbolê Mustafa Cihan Paçaci ye.

Bi giştî 5 namzed dê ji bo serokatiya Partlamentoya Tirkiyeyê hevrikiyê bikin.

Gera yekem a hilbijartina serokê parlmantoyê îro bi dengdana nehênî tê kirin.

Di gera yekem û duyemîn de namzed divê 400 dengan û di gera sêyemîn de jî divê 301 dengan bi dest bixe.

Eger di gera sêyemîn de namzedek 301 dengan bi dest nexe dê di navbera 2 berbijêrên ku herî zêde deng bi dest xistine de hilbijartin berdewam bike.

Her wiha di gera çaremîn de berbijêrê herî zêde deng bi dest bixe dê bibe serokê parlamentoyê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 150 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:17:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x