Li Dîlokê 2 otomobîl li hev qelibîn: 5 mirî, 2 birîndar

Li parêzgeha Dîlokê 2 otomobîl li hev qelibîn, di qezayê de 5 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.

02.06.2025, Pts - 10:20

Li Dîlokê 2 otomobîl li hev qelibîn: 5 mirî, 2 birîndar
Nuçe Belav bike

Di nav kesên ku mirine de pitikek û zarokek jî hene.

Qezaya diltezên, derengiya şeva borî li taxa Aydinlarê parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê çêbû.

Otomobîla bi şofêrtiya Ahmet Kestanlioglu û otomobîla bi şofêrtiya Yunus Emre Kuvrag li nêzîkî Goristana Asriyê li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di kontrol û pişkinîna tîmên tenduristiyê de derket ku destpêkê 3 kes mirine û 4 kes jî birîndar bûne.

Tîman her 4 birîndar bi ambulansan birin nexweşxaneyên bajêr.

Li nexweşxaneyê li gel midaxeleya bijîşkan ji birîndaran 2 kesên din jî mirin.

Di qezayê de şofêrê otomobîlê Yunus Emre Kuvrag, Îsmaîl Volkan Deler li gel hevjîna şofêrê otomobîla din Gulistan Kestanlioglu, zarokên wê Atlas Mete (1) û Eylul Kestanliogluyê (6) mirin.

Tedawiya şofêrê otomobîla din Ahmet Kestanlcioglu û dayîka wî Naile Kestanliogluyê jî berdewam e.

 

Vî nûçeyê tevayî: 116 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:23:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x