Alîgirên Amedsporê ji ber sirûda Tirkiyeyê hatin desteserkirin

Çar aligirên Amedsporê bi hinceta ku di dema xwendina sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê de ranebûne ser pêyan hatin desteserkirin.

20.11.2023, Pts - 06:04

Alîgirên Amedsporê ji ber sirûda Tirkiyeyê hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Duh Amedspor û Fethiyespor li Amedê, hatin pêşberî hev.

Di dawiya maçê de 4 alîgirên Amedsporê hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku ew kes bi hinceta dema beriya maçê sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê hatiye xwendin ranebûne ser pêyan, hatine desteserkirin.

Li gorî agahiyan, yek ji kesên desteserkirî endamê meclisa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Muhsin Aydogdu ye.

Heta niha gelek caran di dema lîstikên Amedsporê de bi hinceta ku dema sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê dihat xwendin ranebûne ser pêyan alîgirên wê hatine desteserkirin.

Li aliyê din, lîstika Amedsporê û Fethiyesporê bi skora 1-1ê bi dawî bû her yekê pûanek wergirt.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 363 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:34:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x