Amedspor bi 3 pûanan ji Skenderunê vegeriya

Tîma parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Amedspor li hemberî tîma futbolê ya Îskenderunsporê bi encama 3-2 bi ser ket.

04.02.2024, Paz - 17:11

Amedspor bi 3 pûanan ji Skenderunê vegeriya
Nuçe Belav bike

Tîma Amedsporê îro li stadyûma 5ê Tîrmehê bû mêvana Îskenderunsporê.

Lîstikvanê Amedsporê Berk Îsmaîl Unsal di xuleka 7emîn de gola ewil avêt.

Her dîsa lîstikvanê Amedsporê Berk Îsmaîl Unsal di xuleka 22yemîn de goleke din jî avêt û tîma xwe 2-0bi pêş xist.

Nîvê yekem ê maçê bi vê encamê bi dawî bû.

Lîstikvanê Îskenderunsporê Muhammed Demîrcî di xuleka 60emîn de bi penaltiyê golek avêt.

Amedsporê di xuleka 74emîn de bi gola Taşkin Çaliş dîsa ferq derxist 2yan.

Piştî 4 xulekên din Îskenderunsporê bi gola Omer Kuşan bersiva gola Amedsporê da.

Piştî vê ti gol nehat avêtin lîstik bi encama 3-2 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.

Amedsporê bi serkeftina xwe ya dawî pûana xwe derxist 47an.

Amedspor niha di rêza seyêmîn de ye di navbera wê tîma lîder Igdirsorê de 4 pûan ferq hene.

Kastamonuspor jî di koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de bi 47 pûanan di rêza duyem de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 249 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:41:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x