Amedspor li deplasmanê bi ser ket: Bû yekem

Amedspor li deprasmanê, li hemberî Uşaksporê bi encama 4-0 bi ser ket.

02.10.2023, Pts - 06:32

Amedspor li deplasmanê bi ser ket: Bû yekem
Nuçe Belav bike

Di pêşbirka hefteya 6emîn a Grûpa Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de Amedspor û Uşakspor hatin hemberî hev.

Lîstikvanê Amedsporê Berk Îsmaîl xuleka 11an golek kir û tîma xwe 1-0 xist pêş.

Di xuleka 44an de lîstikvanê Amedsporê Taner Gumuş jî golek kir û nîve yekem bi encama 2-0 bi dawî bû.

Di nîveka duyem de lîstikvanê Amedsporê Dijlan Aydin xuleka 73yan tîma xwe 3-0 xist pêş.

Gola dawiyê jî Serkan Odabaşoglu di xuleka 82an de avêt û lîstik bi encama 4-0 di berjewendiya Amedsporê de bi dawî bû.

Amedspor, bi vê encamê li deplasmanê bi bû xwediyê 3 pûanan.

Amedspor herwiha bi vê encamê, di grûpa xwe de yekem.

Amedspor hefteya li pêşiya me dê bi Derîncesporê re bilîze.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 325 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:34:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x