Amedspor nasekine: Vê hefteyê jî bi ser ket

Amedspor vê hefteyê jî bi ser ket û pûanên xwe kirin 25.

23.10.2023, Pts - 09:28

Amedspor nasekine: Vê hefteyê jî bi ser ket
Nuçe Belav bike

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) de cih digire di hefteya 9emîn de li stadyûma xwe bi Isparta 32Sporê re lîst û 2-1 bi ser ket.

Amedspor di xuleka 28emîn de bi gola Gokhan Aslan 1-0 ket pêş bû û nîveka yekem yekem a maçê bi vî awayî bi dawî bû.

Di nîveka duyem a lîstikê de futbolîstê tîma Isparta 32Sporê Caner Koca di xuleka 50î de golek avêt û lîstik bû 1-1.

Amedsporê di xuleka 85an de penalti bi dest xist û bi gola Gokhan Alsan lîstik bû 2-1.

Di xulekên mayî de gol nehatin avêtin û Amedsporê bi encama 2-1ê, 3 pûan bi dest xistin.

Lîstika Amedspor û Isparta 32Sporê di TRT Kurdiyê de zindî hat weşandin.

Tîma Amedsporê ya ku di 9 lîstikan de 25 pûan bi dest xistin, di koma xwe de yekem e.

Amedspor dê di hefteya dehemîn de, 28ê vê mehê roja şemiyê li Stenbolê bi tîma Arnavutkoy Belediyesporê re bilîze.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:32:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x