Tîma Amedsporê li deplasmanê, tîma Etîmesgut Belediyesporê 4-2 têk bir û vê hefteyê jî lîderiya xwe parast.
Amedspor di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de cih digire.
Tîmên Amedspor û Etîmesgut Belediyesporê îro li parêzgeha Enqereyê hatin pêşberî hev.
Maç li Stadyuma Ataturkê ya Etîmesgut Belediyesporê hat lîstin.
Amedspora careke din bi 3 pûanan lîderiya xwe parast.
Lîstikvanê Etîmesgut Belediyesporê Niyazî Batuhan Salman, xuleka 5an golek avêt û dilê alîgirên xwe xweş kir.
Lê vê kêfxweşiya Etîmesgut Belediyesporê zêde neajot û Amedsporê li pey hev 4 gol avêtin.
Amedsporê xuleka 17an bi gola Çekdar Orhan skor kir wekhev û xulaka 35an jî bi gola Ugur Amed Gezer 2-1 ket pêş.
Xuleka 45an jî lîstikvanê Amedsporê Mert Çapar goleke din li ser navê tîma xwe avêt.
Nîva yekem a maçê bi skora 3-1 bi dawî bû.
Amedsporê lîstika xwe ya xurt nîva duyem jî berdewam kir û lîstikvanê wê Yilmaz Ceylan xuleka 57an golek avêt.
Xuleka 78an Seçkîn Getbay li ser navê Etîmesgut Belediyesporê golek avêt.
Piştî vê ti gol nehat avêtin û maç bi skora 4-2 bi dawî bû.
Amedsporê bi vê encamê pûana xwe derxist 64an û gaveke din jî nêzîkî şampiyoniyê bû.
Sloganên nijadperstî hatin berzkirin
Amedspor û alîgirên wê piraniya caran di lîstikên xwe yên bi tîmên bajarên Tirkiyeyê re rûbirûyî heqaret û êrişên nijadperestî dibin.
Di vê maçê de jî alîgirên Etîmesgut Belediyesporê sloganên nijadperestî berz kirin.