Amedspor vê carê jî li mala bi ser ket: 2-1

Amedsporê li stada xwe Derîncespor 2-1 têk bir.

09.10.2023, Pts - 11:12

Amedspor vê carê jî li mala bi ser ket: 2-1
Nuçe Belav bike

Tîma Amedsporê ya ku di 7 lîstikan de 19 pûan bi dest xist, di koma xwe de yekem e.

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe, di hefteya 7emîn a li mala xwe bi Derîncesporê re lîst.

Amedsporê bi golên ku Ugur Adem Gezer bi serê xwe avêtin nîveka yekem 2-0 bi dawî kir.

Di nîveka duyem a lîstikê de Derîncesporê bi gola Volkan Altinsoy a di xuleka 85an de ferq kêm kir.

Di dema mayî de gol nehatin avêtin û Amedsporê bi 2-1, 3 pûan bi dest xist.

Amedsporê bi vê serketina xwe di Koma Sor de bi 19 pûanan yekemiya xwe bihêztir kir.

Amedspor dê hefteya pêş bê lîstik derbas bike.

Piştre Amedspor dê bi Karaman FKyê re bilîze.

Amedsporê hefteya borî jî li deprasmanê, li hemberî Uşaksporê bi 4-0 bi ser ketibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 300 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:31:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x