Denîz Undav got 'Kurd im' û tîma neteweyî ya Tirkiyeyê red kir

Hat zanîn ku futbolîstê navdar ê Rihayî Denîz Undav gotiye “Ez Kurd im” û Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê red kiriye.

06.12.2023, Çar - 20:08

Denîz Undav got 'Kurd im' û tîma neteweyî ya Tirkiyeyê red kir
Nuçe Belav bike

Rahênerê Tîma Neteweyî ya Almanyayê Julian Nagelsmann ji bo vexwendina tîma neteweyî bi telefonê li Undav geriyaye.

Tê çaverêkirin ku lîstikvanê Kurd Denîz Undav di demeke nêzîk de biryara xwe bide.

Lîstikvanê Kurd ê tîma VfB Stuttgartê di van demên dawî de bi golên xwe balê dikişîne ser xwe.

Li ser vê yekê bûbû cihê meraqê gelo dê Undav tîma neteweyî ya Almanyayê an a Tirkiyeyê hilbijêre.

Nav û dengê Undavê ku roj bi roj belavtir dibe biryara xwe da û got “Ez Kurd im” û Tîma Neteweyî ya Almanyayê hilbijart.

Par Hamit Altıntop û Stefan Kuntz çûbûn Brîtanyayê û ji Denîz Undav xwestibûn ku di Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê de bilîze lê wan bersiveke neçaverêkirî ji Undav wergirt.

Li gorî nûçeya Dotosporê Undav ji wan re gotiye ku ew bixwe Kurd e û dê di Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê de nelîze.

Vexwendina ji bo Tîma Neteweyî ya Almanyayê

Lîstikvanê Kurd Denîz Undav îsal di Bundesligayê de di 10 maçan de 8 gol avêtine.

Ji ber vê performansa xwe ya baş Julian Nagelsmann, Denîz Undav vexwend Tîma Neteweyî ya Almanyayê.

Li gorî nûçeya Sky Sportê ji bo maçên neteweyî ku dê di meha Adarê bên lîstin de, Julian Nagelsmann xwestiye ku Denîz Undav vexwîne tîma neteweyî.

Herwiha îhtîmaleke mezin heye Undav ji bo kadroya EURO2024ê jî bê vexwendin.

Malbata wî dixwaze ku di Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê de bilîze

Li aliyê din li gorî medyaya Almanyayê, malbata Denîz Undav dixwaze ku kurê wan di Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê de bilîze.

Li gorî îdiayeke din, mijar bi temamî profesyonelî ye. Li gorî wê îdiayê di kîjan tîma neteweyî de bêhtir şans bibîne dê di wê tîmê de bilîze.

Undav di hevpeyvîna xwe ya Sky Sportê de li ser hilbijartina Tîma Neteweyî ya Almanyayê de wiha gotibû:

“Ji bo min wateyeke wê ya mezin heye. Tiştê ku hîn jî ji kariyera min kêm e, tîma neteweyî ye.

Ji lîstina ji bo welatê we çêtir çi heye? Ez dê pê şanaz bim.”

Denîz Undav kî ye?

Denîz Undavê ku bi eslê ji parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ye, sala 1996an li bajarê Achimê yê Almanyayê ji dayik bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 344 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:25:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x