Efsaneyê futbola cîhanê Pele mir!

Lîstikvanê futbolê yê ji Brezîlyayê yê navdar Pele di 82 saliya xwe de canê xwe ji dest da. Pele ev demek bû li nexweşxaneyê tedaviya penceşêrê werdigirt.

30.12.2022, Cum - 06:47

Efsaneyê futbola cîhanê Pele mir!
Nuçe Belav bike

Futbolîstê navdar Edson Arantes do Nascimento yê ku wek Pele tê naskirin, bi penceşêrê ketibû û li nexweşxaneyê dihate dermankirin.

Penceşêra di laşê Pele de ku ev zêdetir salekê ye tedaviya kemoterapiyê didît, di destpêka vê salê de li pişik, kezeb û rûvîkên wî belav bûbû.

Hat ragihandin ku Pele di 29ê Mijdarê de ji bo kemoterapiyê rakirin nexweşxaneyê, enfeksiyona di gewriya wî de hat tespîtkirin û rewşa wî ya tenduristiyê bi îstîqrar bû.

Pele yê ku di dîroka futbolê de di nav futbolîstên herî baş de dihat destnîşankirin, "yekane lîstikvanê futbolê ye ku 3 caran Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê bi dest xistiye (1958, 1962, 1970)".

Pele kî ye?

Edson Arantes do Nascimento ku bi navê Pele tê zanîn, di 23ê Cotmeha 1940an de ji dayik bibû.

Malbata wî bi navê Pepe gazî wî dikirin lê ji aliyê pismam û hevalên xwe ve, di wateya şûm de jê re digotin Peli, paşê ew bû Pele.

Ji sala 1956an heta xanenişînbûna wî ya di sala 1977an de, bi 1279 golên xwe yên di 1363 lîstikan, navê wî li Pirtûka Rekoran a Guinnessê hat nivîsandin.

Pele yê bi Franz Beckenbauer, Alfredo Di Stefano û Karl-Heinz Rummenigge re yek ji futbolîstên herî mezin ên hemû deman tê hesibandin, ji aliyê FIFA jî wek "Yê Herî Baş" hate binavkirin. Di sala 2000an de, wî xelata FIFA Lîstikvanê Sedsalê ligel Diego Maradona wergirt.

Dema ku Pele 15 salî bû di Santos de, di 16 saliya xwe de dest bi lîstina di tîma neteweyî ya fûtbolê ya Brezîlyayê de kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 258 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:45:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x