Federasyona Tirkiyeyê ceza da Amedsporê

PFDKyê 28 hezar lîre ceza li Amedsporê birî.

26.01.2024, Cum - 11:39

Federasyona Tirkiyeyê ceza da Amedsporê
Nuçe Belav bike

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de ye, 21ê Kanûna Paşîn li Stadyûma Amedê bi Sariyersporê re lîst.

Amedsporê tîma Stenbolê Sariyerspor 3-1 têk biribû.

Lijneya Dîsîplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK) piştî maçê ceza li Amedsporê birî.

PFDKyê diyar kir ku ji ber bûyerên ku alîgirên Amedsporê derxistine ceza hatiye dayîn.

PFDKyê di daxuyaniya xwe de maça Sariyerspor û Amedsporê ya ku li Stadyûma Amedê hatiye lîstin bi bîr xist û got:

“Ji ber bûyerên li sadyûmê ku alîgir bûne sedem, 28 hezar lîre ceza li Klûba Çalakiyên Sporê ya Amedê hatiye birîn.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 382 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:42:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x