Ji alîgirên Amedsporê re maça bi Boluyê re hat qedexekirin

Di maça Amedspor û Boluyê de, alîgirên Amedsporê dê nekarin bikevin stadyûmê û maçê temaşe bikin.

05.12.2023, Sal - 19:29

Ji alîgirên Amedsporê re maça bi Boluyê re hat qedexekirin
Nuçe Belav bike

Biryar e sibe demjimêr 14.00an tîma Amedspor û Boluyê li parêzgeha Boluyê bên pêşberî hev.

Amedspora ku di koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de cih digire, dê ji bo Tura 4emîn a Kupaya Ziraatê ya Tirkiyeyê bi Bolusporê re bêne hemberî hev.

Maç dê sibe demjimêr 14.00an li stadyuma Boluyê were lîstin.

Lê Desteya Ewlehiya Sporê ya Boluyê berî lîstikê biryar da ku alîgirên tîma Amedspor nekevin stadyumê û çûna alîgirên Amedsporê qedexe kir.

Serokê Federasyona Komeleyên Hevalbendên Mezopotamyayê Ramazan Tugay biryar şermezar kir û got:

“Zêdeyî 6 salan e li ser Amedsporê qedexeya temaşevanan heye. Beriya lîstikê qedexeya alîgiran tê.

Ez dixwazim bipirsim, Rêvebirê Ewlehiyê yan jî Walî çawa parastina metropolên mezin an jî bajaran dikin.

Eger ku dikarin mirovan biparêzin, çawa nikarin ewlehiya 200 mirovan bigirin ser xwe. Li vir armanceke dijitiyê heye.”

Ramazan Tugay herwiha got:

“Em wekî Federasyona Komeleyên Hevalbendên Mezopotamyayê vê yekê bi tundî şermezar dikin.

Divê êdî dawî li van qedexeyên bê wate bînin. Xwelî li we be. Em wekî Amedspor û alîgirên wê ticarî paşde gav navêjin.

Eger bixwazin bila di her maçê de qedexeyên xwe dubare bikin, qet ne pirsgirêk e, em di her şert û mercê de bi Amedsporê re ne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:13:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x