Kemal Kiliçdaroglu Amedspor pîroz kir

Serokê berê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, Amedspor pîroz kir.

29.04.2024, Pts - 15:22

Kemal Kiliçdaroglu Amedspor pîroz kir
Nuçe Belav bike

Amedspor doh li deplasmanê li hemberî Somasporê 1-0 bi ser ket û gelekî nêzîkî şampiyoniyê bû.

Amedspora ku di Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de dilîze bi 80 puanî lîder e.

Kastamonuspora ku di rêza duyem de ye, xwediya 77 puanan e.

Amedsporê dê hefteya bê tîma Menemensporê bike mêvan.

Eger Amedspor bi ser bikeve yan jî wekî hev bimînin dê bibe şampiyon.

Li aliyê din, ji bo ku Amedspor nebe şampiyon divê bi ferqeke zêde zora wê here û Kastamonuspor jî maça xwe bi ferqeke zêde bistîne çimkî Amedspor bi averaja 11 golan li pêş e.

Serokê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu piştî ku Amedspor bi ser ket û hema bêje bû şampiyon peyameke pîrozkirinê belav kir.

Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê Xê got:

“Ez Goztepeya ku derket Lîga Super û Amedspora ku di Lîga 2yemîn a TFFyê de têkoşiya derket lîga pêş, ji dil pîroz dikim.

Ji her du tîmên me yên ku dê di sezona pêş de di lîga jor de têbikoşin re serkeftinê dixwazim.”

Vî nûçeyê tevayî: 220 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:31:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x