Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Yaneya Dihokê dike

Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya serketina Yaneya Werzişê ya Dihokê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî yaneya Dihokê handerên wê kir.

24.07.2024, Çar - 10:56

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Yaneya Dihokê dike
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh roja 23ê Tîrmehê danê êvarê di peyamekê de got: “Bi pîrozbahiyê li Dihokê û hemû alîgirên wê dikim bo serketina wê li hember yaneya Necefê li Bexdayê û xwe gihande palewaniya Cama Kendavê.”

Nêçîrvan Barzanî got jî: “Ev serkeftin cihê dilxweşiya me hemûyan e û hêvîdar im bi baştirîn şêwe nûneratiya Iraq û Herêma Kurdistanê bike û serketineke mezintir bidest bixe.”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê detxweşî li hemû yarîzanan, Serok û Desteya Rêveber ê yaneya Dihokê kir ji bo vê serkeftinê.

Yaneya Dihokê îro danê êvarê li yargeha Gel a Bexdayê, di pêşbirka diyarker a Lîga Stêrkên Futbolê ya Iraqê de, li hember yaneya Necef bi encama (1 -0) biser ket.

Bi vê serkeftinê jî, Yaneya Dihokê dê nûneratiya yaneyên Iraqê di Lîga Şampiyonan a Kendavê de bike.

 

Vî nûçeyê tevayî: 256 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:24:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x