Nêçîrvan Barzanî: Vekirina Kûpaya Kendavê li Besrayê ji bo Iraqê girîng e

Doh li Besra ya Iraqê Kûpaya Kendavê ya 25 dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ew yek weke bûyereke girîng bi nav kir.

07.01.2023, Cts - 15:25

Nêçîrvan Barzanî: Vekirina Kûpaya Kendavê li Besrayê ji bo Iraqê girîng e
Nuçe Belav bike

Piştî amadekariyên mezin, roja Înê li Besrayê Kûpaya Kendavê ya 25 dest pê kir. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li gel şandeke ji Herêma Kurdistanê di merasîma vekirinê de amade bû.

Nêçîrvan Barzanî vekirina Kûpaya Kendavê ya 25 li Besrayê weke bûyereke girîng ji bo tevahiya Iraqê bi nav kir.

Serokwezîrê Iraqê Mihamed Şiya Sûdanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo merasîmê vexwendibû.

Wezîrê Rewşenbîriyê yê Herêma Kurdistanê, parêzgarên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê û Rêveberê Giştî yê Werziş û Lawan di serdanê de ligel Serokê Herêma Kurdistanê bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Bûyereke girîng e ji bo Iraqê, yekem car e piştî 2003 li gor min girîngtirîn bûyer e ku îro li Besrayê rû da. Em wek şandekê ji Herêma Kurdistanê ji bo pîrozbahiyê hatine Besrayê û gelekî xweş bû û em kêfxweş in bi vê serdanê.”

Nêçîrvan Barzanî girîngiyeke taybet dide werzişê û berê jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû ku gelek ji bezînê hez dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî anî ziman, “Ez rojane zû ji hev şiyar dibim, di demjimêr 06:30an de filan. Di 07:30an de gelemperî li se karê xwe, li ofîsê me û ez werzişê jî dikim. Ez berê gelekî dibeziyam, niha bisiklêtê diajom. Bi taybetî di biharê de heger bikaribim bi hevalan re çiyageriyê jî dikim.”

Di merasîma vekirina Kupaya Kendavê de Serokwezîrê Iraqê û Serokê FIFAyê jî beşdar bûn.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî got, “Ev demeke dîrokî ye, tabloyek e ku wateya biratî û yekitiya di navbera birayên Ereb û Kendavê de radigihîne. Hêvîya serkeftinê bo tevahiya tîmên beşdar dixwazim û hêvîya demek xweş û canê werzişî ji cemarê birêz re dixwazim.”

Kupaya Kendavê bi lîstika di navbera Iraq û Omanê de dest pê kir û bê gol bidawî bû. Biryar e 19ê vê mehê lîstika dawiyê ya wê şampiyoniyê bê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 428 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:58:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x