Pişta Amedsporê nayê xwarê!

Amedsporê li deplasmanê Karaman FK 2-1 têk bir.

19.10.2023, Per - 09:15

Pişta Amedsporê nayê xwarê!
Nuçe Belav bike

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe, di hefteya 8emîn de li deplasmanê bi Karaman FKyê re lîst.

Amedsporê bi golên Berk Îsmail Unsal ku di xulekên 8 û 44an de avêtin nîveka yekem 2-0 bi dawî kir.

Di nîveka duyem a lîstikê de tîma Karaman FKyê di xuleka 85an de bi gola Nadir Çiftçi ya bi penaltiyê ferq kêm kir.

Di dema mayî de gol nehatin avêtin û Amedsporê bi encama 2-1ê, 3 pûan bi dest xistin.

Tîma Amedsporê ya ku di 8 lîstikan de 22 pûan bi dest xistin, di koma xwe de yekem e.

Amedspor dê roja yekşemê li Amedê bi tîma Isparta 32yê ya ku di lîgê de di rêza 3yemîn de cih digire re bilîze.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 477 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:21:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x