Tîma Jinan a Amedsporê li hemberî Beşîktaşê bi ser ket

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li hemberî Tîma Futbolê ya Jinan a Beşiktaşê 1-0 bi ser ket.

16.10.2023, Pts - 06:04

Tîma Jinan a Amedsporê li hemberî Beşîktaşê bi ser ket
Nuçe Belav bike

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê di hefteya heftemîn a Lîga Super a Futbolê ya Jinan a Tirkiyeyê de li Amedê bi Tîma Futbolê ya Jinan a Beşiktaşê re lîst.

45 xulekên destpêkê her du tîman jî gol neavêtin û nîveka yekem a lîstikê 0-0 bi dawî bû.

Piştî destpêkirina nîveka duyem di xuleka 47an de futbolîsta Amedsporê Juliate Nana golek avêt û Amedspor 1-0 pêş ket.

Di xulekên dawî de her du tîman jî gol neavêtin û lîstik 1-0 bi serketina Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê bi dawî bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 335 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:20:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x