Tirkiye û Scotland dê li Amedê bên hemberî hev

Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Tirkiyeyê di çarçoveya amadekariyên Şampiyoniya Ewropayê ya 2024an (EURO 2024) de dê li Ameda Bakurê Kurdistanê bi Scotlandê rê were hemberî hev. Amed dê cara yekem mazûvaniya pêşbirkeke di asta tîma netewî de bike.

08.11.2022, Sal - 17:12

Tirkiye û Scotland dê li Amedê bên hemberî hev
Nuçe Belav bike

Pêşbirka ku dê di 16ê Mijdarê de bê lîstin dê stadyuma Amedê mazûvaniya xwe bike û dê pêşbirt di demjimêr 20:00an de dest pê bike.

Ji ber pêşbirkê stadyûma Amedê hat nûkirin. Serokê Şaxa AKPê ya Amedê Şerîf Aydin îro li stadyuma ku hat nûkirin daxuyanî da û bang li her kesî kir ku li stadyumê lîstikê temaşe bikin.

Serokê Şaxa AKPê ya Amedê Şerîf Aydin di daxuyaniyekê de ragihand, biryar e roja 16 vê mehê li stadyûma Amedê, lîstika di navbera Tirkiyê û Scotlandayê de bê kirin.

Serokê AKP yê Amedê got jî, ev dê bibe derfetek ji bo ku ew Amedê bi qada navdewletî bidin naskirin û ev dema zêdetir ji salekê ew amadekariyan dikin. Herwiha Aydin diyar kir ku dê 1100 alîgirên Scotlandê li Amedê di stadyûmê de li lîstikê temaşe bikin.

Şerîf Aydin dibêje “Wek tê zanîn 16 Mijdara 2022ê roja Çarşemê li vê stadyumê tîmên niştimanî yên Tirkiyê û Skotlandê tên beramberî hev. Lewra wek serokatiya bajêr me xwest em vê daxuyaniya xwe li vê stadyumê bidin. Ji ber Diyarbekir mazuvaniya organîzasyoneke bi vî awayî dike em bi kelecan in. Wek serokatiya bajêr bo rikaberiyeke netewî ya bi vî awayî li Diyarbekir bê leyîstin ev saleke xebatên me berdewam in. Cara yekê ye ku oraganîzasyoneke wiha li Diyarbekirê tê kirin.

“1100 temaşevanên Scotlandî tên Amedê”

Aydin di berdewamiya axavtina wiha got “Ji bo me ev lîstik gelekî giring e. Em dixwazin çalakiyên wiha zêdetir bên kirin. Ev dê bibe derfetek mezin bo nasandina Diyarbekirê di qada navnetewî de. Li ser vê bingehê em hemû xelkê xwe yê Diyarbekirê bêyî ferqa partî û baweriyan hebe vedixwînin ku piştgiriyê bidin tîma nîştimanî. Li gor agahiyên min vê sibê wergirtine 1100 Scotlandî bo wek temaşevan di vê lîstikê de amade bin dê li Diyarbekirê mêvanê me bin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 291 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:45:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x