Artêşa Sûriyê dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tundtir kiriye

Firqeya 4ê ya artêşa Sûriyê dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Kurdnişîn ên bajarê Helebê tundtir kiriye.

12.12.2022, Pts - 14:48

Artêşa Sûriyê dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tundtir kiriye
Nuçe Belav bike

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan (SOHR), Firqeya 4ê ya artêşa Sûriyê dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Kurdnişîn ên bajarê Helebê bi anîna îstixbarateke nû û danîna 13 rêbendên ewlehiyê bo dorpêçkirina navçeyê tundtir dike.

Li gor heman çavkaniyê, rêbendên Firqeya 4ê ya artêşa Sûriyê rê nadin keresteyên xwarinê, ard, derman û sotemenî derbasî taxên Kurdnişîn ên bajarê Helebê bibin, her wiha bacê ji kesên derbasî wan taxan dibin distînin û dest datînin ser pereyên bazirganan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) 5ê Kanûnê jî ragihandibû ku zêdeyî du mehan dibe firqeya 4ê ya artêşa Sûriyê dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Kurdnişîn berdewam dike bi taybetî di mijara sotemeniyê de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 349 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:43:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x