Caferî: Tirkiye navên gundan li Efrînê diguhêre

Îro gera 11emîn a danûstandinên Astana bidawî dibe, serokê şanda hikûmeta Sûriyê daxwaza derketina hêzên biyanî ji Sûriyê dike û wêneyekê ji Efrînê di civînê de nîşan dide.

29.11.2018, Per - 10:07

Caferî: Tirkiye navên gundan li Efrînê diguhêre
Nuçe Belav bike

Serokê şanda hikûmeta Sûriyê Beşar Caferî li ser hebûna artêşa Tirkiyê li Sûriyê got, bi awayekî ne rewa derbasî bakurê rojavayê Sûriyê bûye û dest bi proseya tirkîbûna wan deveran û guhartina navan kiriye.

Caferî di civîna Astanayê de wêneyek ji gundekî Efrînê nîşan da û got: “Hêzên dagîrkeriya Tirkiyê navê gundekî Sûrî digihêrin. Navê gund Qestelê Miqdad e, navê wî gundî bi Selcoq Obasî guhartin. Ji bilî wê jî li wan deveran Lîreya Tirkî li şûna Lîreya Sûrî tê bikaranîn û ala Tirkiyê li şûna ala Sûrî hatiye bilindkirin û rêbazên xwendinê yên hikûmeta Sûriyê bi rêbazên ku dewleta Tirkiyê amade kiriye hatine guhartin û zarokan neçar dikin silavê li ala Tirkî re bidin.”

Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve roja 20î Çileya bûrî dest bi êrîşa li ser herêma Efrînê kirin û di roja 18ê Adarê de dagîr kirin, ji wê demê ve gelek binpêkirinên mirovî û guhartina demografî li Efrînê tên kirin.

Li gor zanyariyên K24ê, ji bilî pirsa revandina welatiyan, sepandina bacan û destdanîna ser mal û milkên welatiyan û têkbirina cihên dîrokî, şûnwarî û pîroz, proseya guhartina demografî bi awayekî rêxistinkirî tê kirin û koçberên Ereb ên deverên din ên Sûriyê li şûna Kurdan tên bicihkirin.

Gera 11emîn a danûstandinên Astanayê îro bidawî bû û Şanderê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura ragihand, di vê gerê de ti pêşketinekê di mijara pêkanîna komîta destûrê de nebû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1079 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:28:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x