Astronota Mehabadî Jasmin Moghbelî vedigere cîhanê

Astronot Jasmin Moghbeliya ji Mehabadê 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî vedigere cîhanê.

04.03.2024, Pts - 12:15

Astronota Mehabadî Jasmin Moghbelî vedigere cîhanê
Nuçe Belav bike

Çar astronotên ku 3 jê Amerîkayî ne û yek jî Rûsyayî ye, bi roketa Falcon 9Eyê ya Elon Musk ber bi Stasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS) ve bi rê ketin.

Piştî bipaşxistina 2 caran a ji ber rewşa hewayê, roket îro bi awayekî serkeftî ber bi stasyonê ve hat avêtin.

Hat destnîşankirin ku roketa Falcon 9Eyê ya SpaceXê ku ji NASAyê Matthew Domenic, Michael Barratt û Jenette Epps û ji Roscosmosê Alexander Grebenken di nav de ne, îro serê sibehê saet 06:53yan hat avêtin.

Tê çaverêkirin ku astronot di nav 16 saetan de bigihêjin stasyona li bilindahiya 420 kîlometreyî.

Hat diyarkirin ku dê astronotên ku 6 meh in li stasyona fezayê ne, erkê xwe radestî astronotên din bikin.

Li gorî daxuyaniya NASAyê, endamên Crew-8ê piştî hatinê dê li stasyonê ji aliyê tîma Crew-7ê ve bên pêşwazîkirin.

Piştî çend rojan astronota NASAyê Jasmin Moghbeli, astronotê Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) Andy Mogensen, astronotê Ajansa Hewa û Lêgerîna Fezayê ya Japonî (JAXA) Satoshi Furukawa û astronotê Roscosmosê Konstantin Borisov ji stasyonê veqetin û werin ser rûyê erdê.

Piştî ku Jasmin Moghbeli astronotên ku tên perwerde bike, tê çaverêkirin ku bi tîma xwe ya ji 3 kesan pêk tê re 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî vegere cîhanê.

Jasmin Moghbeliyê li ser vegera xwe di hesabê xwe yê Xê de got:

“Bi rastî ez nikarim bawer bikim ku ev serpêhatî bi dawî dibe. Ji zaroktiya xwe ve min xeyala vê yekê dikir.”

26ê Tebaxa 2023yan Ajansa Hewa û Fezayê ya Neteweyî (NASA) ragihand ku wê 4 astronot bi keştiya Dragonê û bi hevkariya SpaceXê şandine stasyona fezayê.

Astronot Jasmin Moghbeliya 41 salî ku zaroka malbateke ji çar kesan a ji eslê xwe Mehabadî ye ragihand ku ew fermandar e.

Tîma wê bi astronotê ESAyê Andy Mogensen, astronotê JAXAyê Satoshi Furukawa û astronotê Roscosmosê Konstantin Borisov bi rê ketibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 821 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:32:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x