Daxuyaniya YPGê li ser bikaranîna çekên kîmyayî li Efrînê

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, şervanên wan di şerê Efrînê de ti carî çekên kîmyayî bikar nehanîne.

07.02.2018, Çar - 08:04

Daxuyaniya YPGê li ser bikaranîna çekên kîmyayî li Efrînê
Nuçe Belav bike

Duhî hinek malperên Tirkiyê şervanên YPGê bi wê yekê tohmetbar kiribûn ku di şerê Efrînê de çekên kîmyayî bikar tînin.

Li ser vê yekê, YPGê daxuyaniyek belav kir û ragihand, Tirkiye dixwaze bi wan derewan şikestina xwe di şerê Efrînê de veşêre.

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku artêşa Tirkiyê li gundê Şêxurzê yê nahiya Bilbilê çekên kîmyayî bikar anî û wiha hatiye gotin:

“Di operasyona paqijkirina devera Şêxurzê de artêşa dagirker derbên giran xwar û wan bixwe ev çek bikar anîn. Piştî dîtina bandora vê çekê hêzên me xwe kişandin bilindahiya gund û terorîstên di qadê de man bi xwe ji vê çekê bandor bûn.”

Ji aliyekî din, YPGê ragihand ku wan gundê Şêxurzê yê Bilbilê bi temî ji destê hêzên Tirkiyê standine û dest danîne ser tangek û gelek cebilxane jî.

Ev 19 roj in artêşa Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dike. Heta niha bi sedan sivîl hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1350 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:24:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x